3:53:48 PM
RojavaNews: Îro roja Duşemê Çekdarên PYD Endamê Komîta Navendî yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Ferhan Merhê û Nivîskarê Kurd Dilgeş Merehê ji gundê Aleqosê yê bi ser bajarokê Çil Axa ve girtin.
Jêderekî ji RojavaNews re ragehand ku Çekdarên PYD Endamê Komîta Navendî yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Ferhan Merhê û Nivîskarê Kurd Dilgeş Merehê girtin, derbarê redkirina wan ji biryara PYDê re ya ku dibêje ewê dest deynin li ser zeviyên teybet ê Welatiyan li devera Aliyan û Girkê Legê.
Tê zanîn ku duh çekdarên PYDê êrîşî mala Endamê Komîta Navendî ya PDK-S ê Mihemed Sehîd Wadî li bajarê Amûdê kirin.