Print this page

Erdogan: Em ti carî rê nadin ku li bakurê Sûriyê Dewleteke cuda hebe

3:03:16 PM

RojavaNews: Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan got, ew tu carê destûr nadin ku li bakurê Sûriyê xweseriyek cuda hebe û bi hemû derfetên xwe dijî vê dê rawestin.

Erdogan, di Koşka Serokomariyê de bi parlamenterên AK Partiyê re bo fitarê hat ba hev û da xuyakirin, ewê kêmasiyên xwe temam bikin û li hundir û derve têkoşîna xwe bi biryar berdewam bikin û kulma hesin li terorê bidin.

Erdogan got, ew destûrê  nadin ku, li bakurê Sûriyê tiştek ku bo pêşeroja dewlet û miletê xeter be were damezrandin, û bi hemû derfetên siyasî, dîplomatîk û serbazî li dijî vê dê rawestin. Erdogan got, kî be bila be, ew wek Tirkiyê nahêlin ku li bakurê Sûriyê tiştek wiha bê avakirin.