1:55:23 PM
RojavaNews: Eve sê rojin çekdarên PYD kirîna nan li ser welatiyên gundê Qestel a bi ser Nahiya Bilblê ve qedexekirine, bi behaneya ku welattiyên wê deverê pabendî bi biryarên PYDê nekirne.
Li gor agahiyên hatine bi destxistin ku çekdarên PYDê nehişt ku otombîl û dikanaên bazirganiyê nan bifroşin Welatiyên gundê Qestel Xedreya ya bi ser nahiya Bilbilê ve li gundewarên Efrînê.
Her li gor wan agahiyan ku Welatiyên wê deverê civînên komîna gundê Qestelê Amedenebibûn ,û pabendî bi biryarên PYDê nekirin , ew yek bû sedem ku Welatî neçarin derkevin dervî gundê Qestelê ta ku nanê xwe yê rojane bikrin.
Tê zanîn ku ev sê salin herêma Efrînê dûrpêçkirye ji aliyê rêxistinên Islamî ve, û Tirkiyê jî sînorê xwe yê bi Herêma Efrînê ve girt, ku di encamde pêdewîstiyên jiyanê kêmbûn.