4:03:17 PM
RojavaNews: Berî çar rojan Çekdarên PYD Ciwanek ji gundê Pilêsiyê yê bi ser bajarê Dêrikê ve girtin.
Jêderekî ji RojavaNews re ragihand ku çekdarên PYDê demjimêr 10 êvarî êrîşî mala Rizgar Mihemed Seaîd kirin û ew girtin bê ku sedemê diyarkin.
Herwiha wî jêderî diyar kir ku Rizgar ji daykbûna sala 1984 ye,û endamê PDK-Sê ye , û bavê 3 zarokaye.