4:58:57 PM
RojavaNews: Welatiyek ji bajarê Efrînê ku di dema nava zevniyên xwe de kar dikir, bi guleyên leşkerên Tirkiyê birîndar bû.
Welatiyê bi navê Heyder Ebdullah Ebdulezîz (33) dema ku di nava zeviyên xwe yên çandiniyê yê nêzî sînorê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de kar dikir, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hate gulebaran kirin.
Heyder li gundê Şadiya yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê kar dikir, û bi du guleyên leşkeran birîndar bû , û ew hat veguhestin bo nexweşxaneya afrîn.