00:10:14
Rojava News: Di navbera pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û leşkerên Îranê de li Rojhialtê Kurdistanê şer derket, di encam de, 5 leşkerên Îranê hatin kuştin û 7 leşker jî birîndar bûn.
PDKÎyê ragihand, pêşmergeyên wê partiyê li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bi hêzên Supaya Pasdaran a Îranê re ketine şer.
Herwiha hat zanîn, ku ji ber pevçûnên giran û topbarana hêzên Îranê de, çend mal û avahiyên welatiyên li gund wêran bûn û agir bi çend avahiyan ket.
PDKÎyê ragihand, ku di navbera pêşmergeyan û leşkerên îranî de şerekî giran derketiye û şer û pevçûn heta niha jî didome.