Print this page

Qedexeya herêma Colemêrgê berfireh bû!

12:05:54

 

Rojava News: Walîtiya Colemêrgê li gelek herêm û navçeyên bajêr ji 15 rojan çûn û hatin qedexe kir.

Li navenda Colemêrgê, navçeyên Şemzînan,Çelê û Geverê gelek herêm dîsa ji aliyê walitiyê ve wekî "herêmên taybet ên ewlehiyê" hatin îlankirin.

Walitiya Colemêrgê li navend,navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê gelek herêman dîsa xist nav "qedexeyê" û wekî "herêmên taybet ên ewlehiyê" îlan kir. Di malpera fermî ya walitiyê de hat ragihandin ku qedexe dê di navbera dîroka 17 Hezîran û 1ê Tîrmehê de berdewam bike. Di nava gelek herêmên hatin qedexekirin de zozan û mêrgên welatiyan jî heye.