12:24:10
Rojava News: Dewleta Fransayê di nava 5 rojên dawî de 2 balafirên ku tijî çek û teqemenî bûn ji hêzên pêşmergeyên Kurdistanê re şandin.
Konsilxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê ragihand ku di roja 14ê Hezîranê de alîkariyeke Leşkerî ya taybet ji bo hêza Pêşmerge gihêşte paytextê Herêma Kurdistanê.
Konsilxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê di daxuyaniya xwe de ragihand ku alîkariya ku duhî 14ê Hezîranê di rêya Balafirxaneya Hewlêr a Navdewletî gihêştibû Hewlêrê, taybet e ji bo hêza Pêşmerge û çek û teqemenî radestî Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kirin.
Her li gorî wê daxuyaniyê karwana duyem ya wê alîkariyê biryar e roja 17ê vê mehê bi heman awayî bigihîje Hewlêra Paytext.
Di nava alîkariya leşkerî de piraniya wê mûşeka MM98, bi sedan hezar teqemeniyên curbicur, bombeyên êrîşkirin û bergîriyê û dûrbûnên şevê bûn. ji bilî cil û bergên leşkerî ji bo hêza Pêşmerge û xwarina ji bo eniyên şer jî li xwe digire.