Print this page

Dêrsim di bin berfê de ma!

 

Rojava News: Li Dêrsîmê ji ber barîna berfê rêya 323 gundan hat girtin û li 5 navçeyên wê zarok neçûn dibistanê.

Li bajarê Dêrsîmê jî berfa destpêkê ya salê ji şeva berê ve dibare. Dêrsîma ku pêştir bi metran berf lê dibarî, van salên dawîn hesreta berfê mabû. 

Berfa ku adan û berhemdariyê bi xwe re tîne, pêywendiyên 323 gundan bi navend û navçeyan re qut kir. Herwiha rêya Dêrsîm-Xarpêt û Dêrsîm-Ezirganê jî hin caran ji ber berfê ji hatûçûna wesayîtan re hat girtin, lê maşînên paqijkirina berfê demildest ev rêyana vekirin. 

Li aliyê din, li navçeyên Pilemoriye, Xozat, Qisle û gundên wan ji sibe û pê de 2 rojan; navçeyên Majgêrd, Pilûr û gundên wan rojek, ji ber berfê dibistan bi awayekî fermî hatin girtin. Tenê li navenda bajêr û navçeya Pêrtagê dibistan dê vekirî bin.