Print this page

Di şerê PDKÎ û leşkerê İranê de 5 peşmerge şehît bûn!

11:37:55

 

Rojava News: Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku di şer û pevçûnên vê heftiyê yên bi hêzên Îranê re li deverên Şino û Pîranşarê herî kêm 5 pêşmergeyên wê şehîd bûn.

Deftera Siyasî ya PDKÎyê di daxuyaniyeke liser malpera xwe de navê 6 pêşmergeyan; Kemal Xizrî, Mihemed Xalîd Peyxamî, Luqman Şêxanî, Cemal Ismaîlî, Selah Nadirî û Seîd Umer Husênî wekî şehîd dane.

Daxuyanî diyar dike ku Seîd Umer Husênî pêşmergeyekî berê û hemwelatiyê Swêdê ye. Husênî bi armanca serdana xizmên xwe bi hêzeke Pêşmerge re çûbû devera Şino.

Ligel vê yekê jî daxuyanî dibêje guman heye yek ji wan bi birîndarî ketibe destê Artêşa Pasevanên Şoreşa Îslamî ya Îranê.

Derbarê vê yekê de, berpirsiyarî ji ewlehiya tendirustî û canî ya wî pêşmergeyî dixe stûyê rejîma Îranê.

PDKÎ sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û spasî gelê Şino û kesên piştevaniya xwe derbirîne kir.

PDKÎyê roja Înê ragihandibû ku di şerê 15-16ê li Şino û Pîranşarê wan herî kêm 20 pasevan, cerdevan û fermandeyê Îranê kuştine.