Print this page

Qamişlo … Xwekujekî li taxa El Wista xwe teqand

3:00:27 PM

RojavaNews: Îro roja Yekşemê 19 . 6 . 2016 Li bajarê Qamîşlo Xwekujekî li taxa El Wista xwe teqand.

Jê derekî  ji RojavaNews re ragihand , ku derdora  demjimêr 12.00 nîvro, xwekujekî nêzîkî Parka El Kindî li taxa El Wista li navenda bajarê qamişlo xwe teqand.

Li gorî heman jêderî , di encama wê teqîna xwekuj de, hijmarek birîndar ketin.

Herwiha wî jêderî diyar kir  ku xwekuj petryarikekî Xiristiyan li taxa El-Wista kiribe armanc, lê ti ziyan ne gihaye wî petrekî.

Taxa El Wwista, li navenda bajarê Qamişloyê ye û piraniya xelkê wê xiristiyan e.

Herwiha beriya niha jî heman tax çend caran bibû armanca êrişên xwekujî.