Print this page

Girûpên Islamî taxa Şêx Meqsûd topbarankirin

3:55:39 PM

RojavaNews: Girûpên Islamî topbarankirina taxa Şêx Meqsûd li helebê ya ku piraniya wê kurd nûkir û hejmarek welatiyên wê taxê brîndarbûn

Duh piştî nîvro girupên Islamî topbarankirina taxa Şêx Meqsûd nûkirin bi çekên giran û topên hawnê ji aliyê seken şebabî û di encam de Reşîd Arif Hiso yê temen 54 sal brîndar bû û hat veguhestin ji bo nexweşxaneya xaça sor ya kurdî ku ew navenda tekaneye ya pizîşkî li wê taxê .

Tê zanîn ku bêş du rojan li heman taxê girûpên Islamî komkujiyek kirin ku têde heşt welatyan jiyana xwe ji dest da .