Rojava News: Li bajarê Dêrikê 13 xort bi hêceta leşkeriya neçarî ji aliyê hêzên asayişa bajêr yê bi ser PYDê ve hatin girtin.
Hatiye zanîn; roja yekşema borî (4ê Çile) 13 xort ji aliyê asayişa bajêr ve hatin girtin.
Li gor tê iddiakirin ew xort ji bo leşkeriya neçarî hatine girtin û ji bo kempeke leşgerî ya li
Qamişlo hatine veguhistin.
Xortên ku ji aliyê asayişa PYD ve bi zorê hatine birin 6 ji bajarê Hesekê, 3 ji Dêrikê û 4 ji Qamişloyê bûne.