12:18:42
Rojava News: Li Eniya Tilsiqof 4 çekdarên DAIŞê ku ji destê rêxistinê reviyabûn, teslîmî Hêzên Pêşmerge bûn.
Di berdewamiya şer û operasyonên li dijî rêxistina DAIŞê de û bi derbasbûna demê re, ew rêxistin her ku diçe lawaztir dibe. Ji ber wê yekê jî çekdarên wê rêxistinê direvin û teslîm dibin.
Li sînorê parêzgeha Mûsilê jî îro 4 çekdar ji destê rêxistinê reviyan û xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirin.
Cîgirê Fermandeyê Hêza 4 a Fermandeyiya Spîlk a Hêza Pêşmerge, Remezan Şerminî îro ji Rûdawê re ragihand: “Wan her 4 çekdaran xwe gihandin çeperên pêşmerge û piştî girtina wan bo baregehên Hêza Pêşmerge hatin şandin, da ku lêkolîn bi wan re bê kirin.”
Li gorî zanyariyan, çekdarên DAIŞê yên reviyayî dibêjin, baweriya wan bi rêxistinê nemaye.
Di heyama 10 rojên borî de ew cara duyemîn e ku çekdar li vê deverê teslîmî Hêzên Pêşmerge bibin.