12:32:38
Rojava News: Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û YPGê, imbarên genim ên Minbicê ji destê DAIŞê derxistin.
Operasyona azadkirina bajarokê Minbicê yê Sûriyê, didome û hêzên HSD/YPG jî pêşde diçin.
Li gorî agahiyan, îro danê sibê şervanên YPG û HSDê çerxerêya El Şerîa li kêleka Minbicê rizgar kirin.
Her wiha hat gotin ku şervanan duh jî imbarên genim, ku tenê 2 km dûrî navenda bajêr in, rizgar kirine.