12:51:14
Rojava News: Hat zanîn ku li nêzîkî bajarê Mehabadê yê Kurdistana Rojhilat, di navbera pêşmergeyên Rojhilatî û pasdarên Îranê de şer derketiye, 4 pasdar hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ku li ser malperên civakî hatine belavkirin, duh serê êvarê li derdora gundên Mirran û Sertanê li devera Mengûratiyê ya Mehabadê, di navbera tîmeke pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) û pasdarên Îranê de şer derketiye.
Li gorî çavkaniyên nêzîkî PDKÎ, di wî şerî de 4 pasdar hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Lê malpera fermî ya PDKÎ ragihandiye ku pasdarên Îranê deverên çiyayî yên Lendî Şêxan û Bingwên li derdora Mehabadê, ji tirsa hebûna pêşmergeyên Rojhilatî, dane ber topan.
Hinek çavkanî dibêjin, di şerê devera Mengûratiyê de, çend pasdarên kurd jî hatine kuştin.
Endamê Polîtburoya PDKÎ û berdevkê encumena leşkerî ya wê partiyê, Rostem Cehangîrî li ser şerê Mehabadê ji BasNewsê re got, heta niha ti agahiyên hûr derheqê wî şerî de negihîştiye destê me.
Malperên fermî û nefermî yên Îranê jî şerê Mehabadê piştrast kirine.