Rojava News: Hêzên Kurdî niha ji sedî 80ê ji bajarê Kobanê kontrol kirine, çavkaniyê meydanî jî dibêjin ku azadkirina Kobanê gelekî nêzîk e.
Şer û pevçûnê li eniya başûr–rojhilata bajarê Kobanê di navbera şervanê Kurd û çekdarên DAIŞ`ê gurtir dibe û hejmarek çekdar jî hatin kuştin.
Çekdarên DAIŞ`ê êrîşek bo ser dibistana el-Mihdise (Reş) ya navenda Kobanê kirin, şer û pevçûnek dijwar di navbera şervanên Kurd û çekdaran qewimî û di encam de hejmarek çekdar hatin kuştin û tengek jî hat jinavbirin û piştre çekdar bi şûnda vekişiyan.
Herwiha wê çavkaniyê aşkere kir ku “Her duh êvarî ligel bombe barankirina firokeyên hevpeymanan bi ser pêghên çekdarên DAIŞ`ê de li eniya başûrê rojhilatê bajarê Kobanê, hêzên kurd êrîşek li nêzîkî girê Miştenûrê encamdan û bi du cadeyan pêşdeçûn kirin.
Ji aliyê xwe ve çend malper û rûpelên ser bi DAIŞê ve belav kirine ku, praniya bajarê Kobanê di bin destê çekdarên wê rêxixtinê de ye û diyar dikin ku heta niha şer û pevçûn li nava bajar berdewamin.