Print this page

PDK-S: TEV-DEMê nakokî xist nav ENKSê

Rojava News: Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S) dibêje ku kursiya cîgirê serokê Îtilafa Sûriyê para wê ye.

 

Berpirsê Îdarî yê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ragihand ku partiyên di nav ENKSê de li hev kirine ku heta lidarxistina kongreya sêyem a ENKSê dê kursiya cîgirê serokê Îtilafê ji PDK-Sê re be.

 

Mihemed Îsmaîl destnîşan kir ku TEV-DEM berpirsiyara nakokiyên di nav ENKSê de ye ji ber ku wê berî niha her sê partiyên ku ji ENKSê hatin dûrxistin, tûj dikir.

 

Wî endamê Polîtburoya PDK-Sê derbarê civînên Lêvegera Siyasî de jî got ku civîn nerewa ne û nabe ku bên lidarxistin û wiha axivî: “Eger rewş wiha be êdî metirsî li ser Rêkeftina Dihokê jî heye.

 

Li ser dagirtina cihên herdu endamên Kurd ên ku ji Îtilafê hatin avêtin, Mihemed Îsmaîl got ku Sekreteriya Giştî ya ENKSê vê pirsê gotûbêj dike û dê di demeke nêzîk de bên destnîşankirin.

 

Derbarê helwesta Îtilafê li ser pêwendiyên ENKSê bi TEV-DEMê re jî Îsmaîl da xuyakirin ku Îtilaf rêzê li taybetmendiya kurdan di Îtilafê de digire û got ku Rêkeftina Dihokê yek ji encamên wê taybetmendiyê ye û tekez kir ku Îtilaf ji pêwendiya ENKSê bi TEV-DEMê re nedilgiran e.

 

Mihemed Îsmaîl anî ziman ku ew ji serokê Îtilafê yê nû û herwiha desteya siyasî jî razî ne.