Print this page

Amerîka: Divê serxwebûn di rojeva her serokekî kurdan de be!

12:41:43

 

Rojava News: Balyozê berê yê Amerîkayê li Enqere û Bexdayê James Jeffrey, bi televiyona Rûdawê re axivî û got ku divê projeya serxwebûna Kurdistanê di rojeva her serokekî kurdan de hebe.

Jeffreyyî diyar kir ku di sala 2014an de gava DAIŞê êrîşî Kurdistanê kir, dostê kurdan ê herî nêzîk, Tirkiyeyê ew bi tenê hiştin û alîkariya wan nekir. Li gel ku Pêşmergeyên wan hebûn jî lê bi tena xwe nekarî xwe biparêze. Kurdistan ne Îsraîl e.

Herwiha balyozê amerîkî derbarê serxwebûna Kurdistanê de wiha got: " Eger bê rizamendiya Washingtonê serxwebûn bê ragihandin, divê kes ne li hêviya piştgiriya Amerîkayê be".

Herwiha dîplomatê amerîkî dibêje ji ber çar sedeman, fedealîzm ji kurdan re guncav e û van sedeman wiha diyar dike:

Yek, di makeqanûnê de hatine pejirandin û hêzên wan ên leşkerî hene.

Çar, dibin muxatebên birêveberiya navendî ku kêşeyên wê yên ji Kurdistanê mezintir hene, ew jî DAIŞ, tevgerên sunî û tevgera El-Sedrî.

Ji aliyekî din ve, James Jeffrey derbarê meseleya Kerkûkê de jî wiha axivî: "Amerîka dixwaze gelê Kerkûkê xwediyê biryara xwe be. Li gorî makeqanûna Iraqê dibe ku Kerkûk bibe beşek ji Kurdistanê. Eger ew bixwazin, dikarin bibin beşek ji hikûmeta Kurdistanê. Lê fişarên ku ji aliyê Bexda yan Hewlêrê dê tenê Amerîkayê aciz bikin.

Dîplomatê amerîkî derbarê referandûmê de jî wiha axivî: "Di vê rewşa ku Îran destwerdanê di tevahiya Iraqê dike û pêkanîna formateke nû ya DAIŞê, divê serxwebûn di çenteyê her serokê kurdan de be".

Ji aliyekî din ve, Joffreyî derbarê sedema ku Tirkiye alîkariya herêma Kurdistanê di êrîşa DAIŞê de nekir, wiha dibêje: " Sedema ku Tirkiyeyê di sala 2014an de, alîkariya kurdan nekir, ne ku nedikarî û ne jî ji ber rehîneyan bû lê Enqereyê xwest bibîne bê Amerîka dê alîkariya kurdan bike yan na".