12:49:23
Rojava News: Hat zanîn ku di encama topbarana deverên sînorî yên Başûr de ji aliyê Îranê ve, çend kesên sivîl birîndar bûne. Rayedarekî Gorranê jî dibêje, topbarana Îranê destdirêjî ye li dijî Kurdistanê.
Îro danê sibê pasdarên Îranê, bi hêceta hebûna pêşmergeyên Rojhilatî, deverên Sîdekan û Hacî Omeran ên Başûr dan ber topan.
Li gorî agahiyên BasNewsê, ji ber wan êrişan, herî kêm 4 sivîl birîndar bûne ku 3 jê zarok in. Her wiha çend gund hatine valakirin û ziyan gihîştiye rez û baxên xelkê wan deveran.
Heta niha Tevgera Gorranê, ku têkiliyên wê bi Îranê re xurt in, helwesta xwe ya fermî li ser topbarana deverên sînorî ji aliyê Îranê ve eşkere nekiriye.