Rojava News: Emîrekî DAIŞê ku ji aliyê hêzên Pêşmerge ve bi dîl hatiye girtin, bang li “Xelîfeyê Dewleta Îslamî” Ebûbekir Bexdadî dike û dibêje, bila dest ji kuştina kurdan berde!
Hêzên Pêşmerge li gundê Sultan Ebdullah ê girêdayî nahiyeya Geyare ya li devera Guwêrê ya Başûrê Kurdistanê emîrekî DAIŞê girtin.
Wî emîrê DAIŞê ji Rûdawê re got ku ji ber ku tevlî DAIŞê bûye û şerê kurdan kiriye, poşman e.
wî dîlê DAIŞê her wiha bang li xelîfeyê xwe jî kir ku êdî kurdan nekuje…