Print this page

Li Minbicê 600 mayîn hatin pûçkirin !

11:36:22

 

Rojava News: Li Minbîcê bi kêmayî 600 mayînê ku ji aliye çekdarê DAİŞê ve li derdora ambarê genim hatine çandinîn hatin puçkirin.

Embarên genim ên li başûrê bajarê Minbicê ku xwedî cihekî stratîjîk in, ji bo terorîstên DAIŞê wekî xeta parastinê li hember operesyona Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dihat bikaranîn. Embar, beriya 2 rojan, piştî pevçûnên dijwar di navbera şervanên meclîsa Minbicê û terorîstên DAIŞê de ji rêxistinê hat rizgarkirin.

Lê terorîstên DAIŞê wekî her car beriya ku ji embarên genim birevin nêzî 600 mayîn ji hemû cureyên mayînan li derdorê çandibûn. Mayîn bi şêwazek pispor li hawirdora embaran û hundir wan hatibûn bicihkirin. Her yek ji wan jî li gorî cihê xwe hatibûn veşartin û nixûmandin.

Tîma pispor a pûçkirina mayînan li Minbicê hemû mayîn pûçkirin û hewldanên xwe yên pûçkirina bê navber didomînin.