Print this page

Pasdarên Îranê 2 kolberên kurd û 12 hespên wan kuştin

11:46:05

 

Rojava News: Li kêleka bajarê Serdeştê û nêzîkî sînorê Rojhilat û Başûr, 2 xortên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.

Li gorî agahiyan; şeva borî li devera Alan a Serdeştê, ku nêzîkî sînorê Başûr e, pasdarên Îranê, komek kolberên kurd ên ku ji bo dabînkirina jiyana xwe bi hespan bar dibirin Başûr, dan ber fîşekan.

Di encamê de 2 kolber, ku her du jî birayên hev bûn, hatin kuştin.

Şahidên bûyerê dibêjin, pasdaran bêyî ku hişyariyê bidin, yekser êrişî kolberan kirin.

Hat gotin ku 12 hespên kolberan jî ji aliyê pasdaran ve hatin kuştin.