12:59:57
Rojava News: Sekretariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di daxuyaniyekê de îro serê sibehê 28/06/2016, bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir da zextê li ser Partiya (PYD) bikin ji bo ku demildest girtiyên siyasî serbest bene berdan.
Di teksta daxuyaniyê de ku kopiyek ji bo Rojava News re hatiye rêkirin de tê gotin ku "Di sala 2013an de di komkujiya ku ji aliye çekdarên PYDê ve hatibu kirin de 6 welatiyên sivil hatin şehîtxistin û hemen deme bi sedema protestokirina wan kiryaran birêz Abdul Karim Mihemed Abu Lukman, endamê mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriye ji aliye PYDê ve hate desteserkirin .
Di daxuyaniyê de hatiye; Em Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi tundî van kiryarên nemirovane ku ji aliyê PYD ve li dijî gelê kurd û serok û kadroyên partiyên Encumena Niştimanî û çalakvanên siyasî, şermezardikin, û bang li rêxistinên civakê û mafên mirovan ên navnetewî dikin da zextê li ser PYDê bikin da hemu girtiyên siyasî yên di zindanê PYDê de girtîne demildest serbest bene berdan.