Print this page

li ŞingalêTerorîstên DAIŞê bi wesayîtên bombekirî êrişî kirin!

12:17:38

 

Rojava News: Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê bi wesayîtên bombekirî êrişî sengerên Hêzên Pêşgerge yên rojhilatê bajarê Şingalê kirin.

Îro berê sibehê seet li 04.00an li rojhilatê bajarê Şingalê, li nêzîk kargeha çîmento, terorîstên DAIŞê êrîşê sengerên pêşmergeyan kir û pevçûn derket.

Derbarê êrişê de yek ji fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Muqedem Ezîr Axa ragihand ku terorîstên DAIŞê bi topên hawanê sengerên pêşmerge bombebaran kirin û paşî bi 2 wesayîtên bombebarkirî êriş kirin.

Fermandarê Pêşmerge diyar kir ku pêşmergeyan zû bersiva êrişê da û piştî pevçûnek nêzîkî 2 saet û nîvan êriş hate têkbirin. Her wiha her du wesayîtên bombebarkirî jî hatin îmhakirin.

Muqedem Ezîr Axa bal kişand ser vê û ragihand ku di dema pevçûna de balafirên şer ên hevpeymanan jî hevkariya pêşmergeyan kirine û rêxistina terorîst bombebaran kirine. Di pevçûnê de tu ziyanekî giyanî negihîşt Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.