12:25:04
Rojava News: Îro bazirganiya navbera Rojava û Başûr bi fermî dest pê kir, lê Rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê li Rojavayê Kurdistan sozê xwe bi cih neanî û bac li xelkê wergirt.
Îro bi destpêkirina bazirganiya navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê, zêdetir 5000 serî pez ji Rojavayê Kurdistanê bi fermî derbasî Başûrê Kurdistanê bû.
Piştî 4 rojan ji vebûna deriyê sînorî yê Pêşxabûr-Sêmalka, îro pezê bazirganên Rojavayê Kurdistanê derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê bû.
Li gorî nuçeya li ser malpera Rudawê; Rêvebirê Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, Şewket Berbiharî ragihandiye ku îro proseya derbasbûna pezê bazirganan di deriyê navborî re dest pê kir û aliyê din ê sînor (ê ser bi Rêveberiya Xweser) her li ser biryara xwe ma ku bacê ji bazirganan bistîne.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, ji bo her seriyeke pez 6 dolaran wek bac ji xelkê Rojavayê Kurdistanê distîne.
Ew yek di demekê de ye, ku pêştir hatibû ragihandin, ku her du aliyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê li ser wê yekê li hev kiribûn, ku bo bazirganiya di rêya wê deriyê sînorî yê Pêşxabûr-Sêmalka de bacê li xelkê nestînin.
Şewket Berbiharî herwiha destnîşan kir, cihê mixabinyê ye aliyê din ligel wan di vê meseleyê de nebûne alîkar û da xuyakirin, ku pêwîst bû her du aliyan hewl bidana ku barê giran ê li ser milê xelkê Rojavayê Kurdistanê sivik bikin.