Print this page

Brîtanya: Ji ber amadekariyên operasyona Mûsilê em kêfxweşin!

12:36:40

 

Rojava News: Balyozê Brîtanyayê li Iraqê ragahand, ku kêfxweşin bi amadekariyên Herêma Kurdistanê yên ji bo operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê.

Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Frank Baker di tora xwe ya civakî twitterê de kêfxweşiya xwe ya derbarê avakirina pênc kampên din bo koçberên bajarê Mûsilê aşkera kir.

Frank Baker di peyama xwe de ragehand ‘’Em ji ber hewldanên Herêma Kurdistanê yên ji bo amadekariyên operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê kêfxweş dibin.’’

Ji bo pêşwazîkirina koçberên bajarê Mûsilê, ku tê hêvîkirin piştî destpê kirina operasyona rizgarkirina bajêr, dibe ku berê xwe bidin Kurdistana başûr û hikûmeta herêma Kurdistanê pênc kampên din ên mezin li parezgehên Duhok û Hewlêrê ava kiriye.

Ji ber şerê eşîrî û tayfeyî yê navbera sunne û şîe û rêxistina tund a DAIŞê zêdetir ji 1.8 milyon hemwelatiyên başûr û naverasta Iraqê dibe ku koçberî Herêma Kurdistanê û navçeyên bin desthilatiya Pêşmergeyên Kurdistanê bibin û çavlirê ye zêdebûna wê hejmarê jî pêkbê.