13:09:58
Rojava News: Balafirên F-16 ên Artêşa Hewayî yên Tirkiyeyê çend deverên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin
Şevê din balafirên şer ên Artêşa Hewayî yên Tirkiyeyê sînorê esmanî yê Herêma Kurdistanê derbas kirin û çend cih di nav axa Kurdistanê de dane ber bombeyan.
Li gorî çavkaniyên herêmî balafirên Tirkiyeyê "gundên Sernê, Zêwe, Diregnî û çend cihên din ên girêdayî navçeya Amêdiya li ser bajarê Dihokê" bombebaran kirin.
Li gorî şahidan balafirên şer ên Tirkiyeyê zêdetirî du saetan li esmanê Dêrelok û Şeladizê yê Herêma Kurdistanê geriyan.