13:07:32
Rojava News: Rêxistina Sosyalîst a Internasyonal balkişand ser rola Kurdan ya li hemberî terora DAIŞê û piştgiriya mafê Kurdan yê xwebirêvebirinê kir.
Li gorî agahiyan Rêxisitna Sosyalîst a Internasyonal ku organîzasyoneke navneteweyî ya demokratên sosyal, sosyalîst û partiyên karkeran e, herî dawiyê civînek li dar xist û di encama civînê de daxuyand ku ew piştgiriya gelê Kurd û Kurdistanê dike.
Rêxistinê di daxuyaniyê de diyar kir ku li Rojhilata Navîn bêîstîqrarî, şovenîzm û kêmasiya rêveberiya demokratîk heye.
Hat ragihadin ku Rêxisitna Sosyalîst a Internasyonalê di derbarê referandûma serxwebûnê ya herêma Kurdistanê de jî di daxuyaniya xwe de cih daye van gotinan:
"Em piştgiriya referandûmê dikin û em hêvî dikin ku di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de peywendiyên hevpar û birêzî were danîn."
Herwiha rêxistinê da zanîn ku divê li her 3 herêmên Kurdan yên din jî pirsgirêkên heyî bi riyên aştiyane û demokratîk werin çareserkirin û piştgiriya Kurdan hat kirin, da ku Kurd xwe bi xwe birêve bibin û qedera xwe bi destê xwe tayîn bikin.