Print this page

Di navbera Asayişa Rojava û Artêşa Sûriyê de şer derket!

Rojava News: Di navbera Asayişa Rojavayê Kurdistanê û hêzên Artêşa Sûriyê de li Hesekê şer derket.

Şevê din li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê û Artêşa Sûriyê de derket.

Li gor çawkaniyên heremî ji nav bajarê Hesekê şerê di navbera her du aliyan de şev saet 21:30 dest pê bû.

Hat zanîn, ku hêzên Artêşa Sûriyê û hêzên girêdayî dezgeha Îstîxbarata Sûriyê li Hesekê êrişî xaleke kontrolê ya hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê kirin û ji ber wê yekê şer derket.

Di encama pevçûnan de heta niha endamekî Asayişa Rojavayê Kurdistanê birîndar bûye.

Zanyariyê nav Hesekê didin xuyakirin, ku dengê çekan û bi taybet çekên Doşka û RPG bi giranî di nav bajêr de hatine bikaranîn.