Rojava News: Îşev demjimêr 20:00 li taxa Salhiyê ya Hesekê li nêzî firina Sala eqînekê rû da û di encamê de 16 welatiyan jiyana xwe ji dest da 25 kes jî bi granî birîndar bûn.
Teqîn vê êvarê saat di 19.45’an de li nêzî firina Sala ya li taxa Salihiyê pêk hat.
Li gorî zanyariyan, êriş xwekujî bûye û di encama êrişê de 16 welatî şehîd bûne, ku 2 jin û zarokek jî di nav kesên şehîd de ne. Herwiha di encama teqînê de bi dehan kes jî birîndar bûne.
Birîndar û şahidhalên bûyerê dibêjin, ku kesê xwekuj bi rêya motorsîkletekê ve xwe nêzîkî firina nan kir û piştre bi piyan derbasî nav welatiyên bû û xwe di nava wan de teqand.
Di teqînê de welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, hene. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajar.
Jat zan3in rayederên rojavayê Kurdistanê ji ber trq+inê li bajar 3 roja şîn îlankirine.