Rojava News: Barzanî di peyama xwe de careke din daxwazê ji partî û aliyên siyasî yên herêmê dike ku li ser pirsa referandomê bicivin.
Êvara îro 5 Temûzê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek pîrozbahiyê bi boneya hatina Cejna Remezanê belav kir, kermtirîn pîrozbahî arasteyî hemû muslimanên Kurdistanê bitaybetî û muslmanên Iraqê û Cîhanê bigiştî kir.
Di peyama Barzanî de hatiye: “Pîrozbahiya mezin li malbatên Şehîdên Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê û hemû karmendên dezgehên ewlekariyê dikim.”
Herwiha di peyamê de hatiye: “Bi vê boneya pîroz, ez careke din tekeziyê li ser naveroka peyama xwe jibo partî û aliyên siyasî yê Herêma Kurdistanê di 23.06.2016 de dikim, jibo pêkanîna civînek niştimanî jibo mijara referandom û pêwendiyên Herêm û Bexda gotûbêj bikin û rewşa Herêma Kurdistanê jî çareser bibe.”
Herwiha dibêje: “Ji Xweda yê mezin dixwazim ku rojî û îbadeta meha Remezanê ji hemû muslimanan qebûl bike, bi piştevaniya Pêşmergeyênqehreman miletê me jî bighl armancanê xwe û ji hemû nexweşî û azaeriyan rizgar bibie.”