04:13:14
Rojava News: Balafireke Amerîka li Rojavayê Kurdistanê ku di operasyonên li dijî DAIŞê de beşdar bû, kete xwarê.
Îşev sêşemî balafireke Amerîka li nav axa Rojavayê Kurdistanê kete xwarê. Ev balafira amerîkî ji corê bêpîlot bûye.
Li gorî nûçeya Reutersê, Hêza Esmanî ya Amerîka piştrast kiriye ku balafireke wan a ji corê bê pîlot li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ketiye xwarê.
Hêza Esmanî ya Amerîka herwiha ragihnadiye, ku DAIŞê ev balafir nexistiye û piştî ketinê jî balafir neketiye destê wê rêxistinê.
Balafirên Amerîka li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê binke û navendên DAIŞê bombebaran dikin.