Rojava News: Şandek a PAKê îro li Hewlêrê seredana Encumena Niştimaniya Kurd Li Suriye (ENKS) kir.
Navenda Çapemeniya PAKê ragihand ku îro li Hewlêrê şandek a PAKê ku ji endamên reveberiya partiyê Evdirehmanê Gundikî û Orhan Kaya pêkhatibû, seredana ENKSê kir.
Hat diyarkirin ku herdu alî jî gîhaştin wê qenaetê ku, divê peywendiyên herdu aliyan di asteke bilind de pêşde biçe û germtir bibe.
Hat destnîşankirin ku şanda PAKê behsa, xebatên xwe li Bakurê Kurdistanê yên ji bo alîkariya Kobanî kir û herwiha ENKSê jî spasî û kêfxweşiya xwe anî ziman.