02:11:04
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge di duyemîn roja cejna Remezana pîroz de serdana sengerên pêşmerge li mihwerê Mexmûr-Giwêr kir.
Li gorî daxuyaniyê, di vê civînê de Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet Kerîm Şingalî, Fermandeyê Yekîneya 70 a Hêza Pêşmerge Şêx Ceifer Şêx Mistefa, Berpirs û fermandeyên Yekîneya 80 a Hêza Pêşmerge, fermandeyên meydanî yên Hêza Pêşmerge, Fermandeyiya Hêzên Hvepeyman, Fermandeyiya Operasyona Neynewa ya Artêşa Iraqê û çend fermandeyên Heşda Şeibî amade bûn.
Di civînê de ligel berpirsên mihwerî Serokê Herêma Kurdistanê behsa dawî pêşhateyên şerê li dijî DAIŞê kir.