Rojava News: Di êrîşeke xwekujî de ku çekdarên DAIŞê li gundekî navbera Zummar û Telaferê pêk anîn hejmarek pêşmerge şehîd ketin û birîndar bûn.
Berpirsê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistana li Sûriye (PDK-S) yê Hewlêrê Seyîd Umer di derbarê de got “di êrîşeke xwekujî de ku çekdarên DAIŞê li gundekî navbera Zummar û Telaferê pêk anîn de 4 pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûne û 27ên din jî birîndar bûne ku rewşa birîndaran jî metirsîdar e.”
Besam Mihemed Xelîl ku ji gundê Gir Ziyaret ê Dêrikê ye, Basil Hacî ku ji gundê Til Xenzîr ê Dêrikê ye, Emdiyan Mistefa Badînî ku xelkê Hesekê ye û herwiha Xemgîn Qedrî Xelîl ku ji gundê Dêrna Qulenga ye di wê êrîşê de şehîd bûn.
Seyîd Umer got ku wê sibe cenazeyên wan şehîdan bo Rojavayê Kurdistanê bên veguhestin.