Print this page

Artêşa Tirk daristana Şemzînanê da ber êgir!

01:27:02

 

Rojava News: Artêşa Tirk daristana li bejahiya Bermêşê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê da ber êgir.

Li gorî medya Tirkî Leşkerên tirk li bejahiya herêma Bermêşê ya girêdayî gundê Şapatan ya navêçeya Şemzînan a Colemêrgê operasyonan li dar xistin û piştî operasyonê daristanê dan ber êgir.

Agirê ku ji navenda Şemzînanê jî tê dîtin her ku diçe belav dibe. Welatiyan eşkere kirin ku ji bo tefandina agir heta niha ti mudaxale nehatiye kirin.