2:02:36 PM
RojavaNews: Ev du rojên çekdarên PYD kirîna nan li ser welatiyên gundê Kûsa a bi ser Nahiya Racove ve qedexekirine, bi behaneya ku welatiyên wê deverê pabendî bi biryarên PYDê nekirine.
Li gor agahiyên hatine bi destxistin ku çekdarên PYDê nehişt ku otombîl û dikanaên bazirganiyê nan bifroşin Welatiyên gundê Kûsa ya bi ser nahiya Raco ve li gundewarên Efrînê û gefa li welatiyan kirin ku ewê ava vexwarinê li ser wan bibirin.
Her li gor wan agahiyan ku Welatiyên wê deverê civînên komîna gundê Kûsa Amede nebibûn ,û pabendî bi biryarên PYDê nekirin , Herwiha welatiyên wê deverê bang li Serokê Herêma Kurdistanê kirin , ku dûrpêcê li ser wan rake.
Tê zanîn ku di 15 . 6 . 2016 an de sê rojan çekdarên PYDê kirîna nan li ser welatiyên gundê Qestel a bi ser Nahiya Bilblê ve qedexekirine, bi behaneya ku welattiyên wê deverê pabendî bi biryarên PYDê nekirne.