Print this page

Nameyek ji bo Dêmostora li ser rêjeya nişteciyên Kurd li Sûrya

2:42:21 PM

RojavaNews: Rêzdar Sitêvan Demostora,nûnerê nevdewletî ji bo qeyrana Sûrya.

 Li ser zimanê we hat ragihandin ku rêjeya Kurdan li Sûrya5% ne,û evê dilsarî li ba beşên rewşenbîr û siyasiyên Kurd çêkir.

 Helwest û ragihandina we cihê gomanê ye ,û nayê pejirandin ku ji layê berpirsekî di astek bilind de bi vî rengî be!.

 Kesayetek wek we destnîşankirî ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriya dide xwyakirin ku ti pêzanîna wî bi bilge û dokîmentên girêdayî hebûna gelê Kurd li Sûrya tune ye,û dide xwyakirin ku ew guhdanê bi nerîn û helwesta layên ne dirist û şovînî,yên li dijî gelê Kurdin,û rola wî ya dîrokî di dîroka avakirina Sûrrya de dike.

 Birêz Dêmostora

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya,ji we dxwazdike ku hun çavkehniya ku we helwesta xwe li ser avakiriye bide xwyakirin,û em jî ji layê xwe ve lêpirsîna bîlgeyî ya endamê Y.N.K.S,mamoste Elî Cizîrî li ber we dideyinin,ya ku li ser nirixandina Gelên Yekbûyî(Civata Miletan)di sala 1925 an ,û her weha lêpirsîn,û nirixandina Firensiyan ya dema Sûrya ji layê wan ve dagirkirî bû.

Li vir em beşê beşê pêşî ji lêpirsîn,û lêkolîna mamoste Elî Cizîrî li ber destê we dideynin:

(Ez ê belgeyên rasteqîne bidim xwyakirin,û berî wê ez dibêjim ku wê kesek nikaribe hijmara herî rast ya Kurdan diyar bike,ji ber hemi pêkhatên Sûrî di nasnamê de di bin navê Erebên Sûrî de hatine nivîsîn.)

 1-Li gorî serhijmara Gelên Yekbûyî di:

 Sala  1923an de,hijmara Kurdan li Sûriya 300000n hebûn,û ji ber zêdebûna sirûştî di salê de ji 1000 î 30 e,ev dide xwyakirin ku di 20 salan de du qat dibe .Nemaze li welatekî mîna Sûriya,û li gorî vê nerînê em encamê ji we re pêşkêşdikin:

Sal Hejmara neşteciyan

 1920 300000n

 1945600000n

19651200000n

 1985                                              2400000n

 20054800000n

Li gor vê rapirsînê rêjeya Kurdan dibe 20,8 %.

 

 2-Li gor rapirsîn û nirixandina Firensiyan di sala 1923an de,û ji bilî Kurdên Şam,Heleb,Reqa,Idlib ,û Laziqiyê rêjeya Kurdan li Sûriya 200000n bûn.

 

Sal Hejmara neşteciyan

1923200000n

1943400000n

1963800000n

 19831600000n

20033200000n

20114800000n

 Ji ber hijmara Sûriyan di destpêka şoreşê de 24 milyon bû ,rêjeya Kurdan ji sedî dibe 20%.( 4800000-24000000).

 Fermo encama rastiyê û di dawî de rêz û silav.

 

  1. N.K.S. Qamişlo Sûriya.

 

12-7-2016

 

ئەم ئیمەیڵە پارێزراوە لە سپام, پێویستە جاڤا سکریپت چالاک بکەیت بۆ بینینی.