Print this page

Serê Kaniyê… Leşkerên Tirkiyeyê 4 Welatî êşkence kirin

5:09:00 PM

RojavaNews: Duh êvarê  Leşkerên Tirkiyê 4 welatiyên dema ku dixwestin derbasî Kurdistana Tirkiyê êşkencekirin.

Her 4 welatiyî ji gundê Zedî yê 60 km dûrî bajarê Serêkaniyê ye, dema ku dixwestin ji aliyê Rojava sînorê Kurdistana Tirkiyê derbas bikin, ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatin girtin û lêdan xwarin.

Leşkeran bi awayekî tund li wan xistin û ew avêtin aliyê Rojavayê Kurdistanê, Welatiyên gund ev kesên bi navên Îd EL-Birwêdir , Mûsa EL-Ebdo, Ferhan EL-Sikan, Ebdullah Reca rakirin Nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê.

Tê zanîn bi dehan welatiyê Rojavayê Kurdistanê li Ser sînorê Tirkiyê rast êşkence û mirinê hatin .