Print this page

Ormiyê : Girtiyekî din ê siyasî hat darvekirin

Rojava News: Girtiyekî siyasî yê Kurd ku xelkê Ormiyê ye, ji aliyê berpirsên girtîgeha navendî ya Ormiyê û Dezgeha Qezayî ya Îranê ve hat darvekirin.

Li gor nûçeyeke Kempaniyaya Bergirîkirin li Girtiyên Siyasî û yên Sivîl, ew girtiyê siyasî bi navê Sabir Muxeled Miwane bû û di Havîna sala 2011`an de ji aliyê Hêzên Îtîlaatên artêşa Îranê ve hatibû girtin û piştî derbaskirina 3 meh di girtîgeha Spa de, bi tohmeta )Dijatiya Xweda) û alîkarîkirina partiyeke Kurdî yê mixalefeta Hikûmeta Îranê, cezaya darvekirinê bi ser de hatibû birîn.

Ew girtiyê siyasî yek ji 10 girtiyên Kurd ên ku cezaya darvekirinê di girtîgeha Ormiyê de bû ku, berya demekê tevî 17 girtiyên din bo heyama 33 rojan di gireva birçîbûnê de bû.

Hevdem 3 xortên xelkê gundê Qereqişlax yê bi ser bajarê Mehabadê ve ku, yê herî kêm bi 3 salan zîndakirin hatibûn cezakirin û bo bicihkirina wê cezayê ,ew bo girtîgeha Mehabadê hatine vexwendinkirin.