Print this page

DAIŞ êrîşî gundekî Minbicê kirin:10 kuştî!

Rojava News: Çekdarên DAIŞê êrîşî gundekî başûrê Kobanê kirin, di encamê de 10 kesên sivîl hatin kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.

Danê sibê girûpeke DAIŞê ji 15 çekdaran pêk dihat, êrîşî gundê Sîgul yê li ( başûrê rojhilatê Minbicê) kirin, di encama êrîşê de 10 kesên sivîl hatin kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.

Hat zanîn; piştî bûyerê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dest avêtin buyerê û hemû çekdarên DAIŞê kuştin.