Rojava News: Ba û bagera ku li bajarê Dêrsîmê rabû, ziyaneke mezin gihande avahiyên li navenda bajêr.
Li Dêrsîmê ji ber barîna berfê û ba û bagerê, li navenda bajar dibistan û perwerde ji bo 2 rojan hatin rawestandin.
Ba û bagera ku duh berêvarê li navenda bajêr rabû, bi taybetî li taxên Gazîk û Xarçîkê li gellek taxên navendê banên bi dehan malan hilweşandin û firandin.
Li Dêrsîmê, heta niha ji ber ba û bagerê ti mirî û birîndar çênebûne, lê ziyanên mezin rû dane.