Print this page

Îran gefê li Herêma Kurdistanê dixwe!

00:16:42

 

Rojava News: Îran gefa êrîşa Herêma Kurdistanê dixwe û ji Serokê Herêma Kurdistanê dixwaze ku, rê li pêş alîkariyên Erebistana Siûdiyê bo partiyên Rojhilata Kurdistanê bigire.

Sekreterê Encûmena Diyarêkirina Berjewendiyên Îranê Mihsin Rezayî di çarçoveya hevdîtinekê di kenala fermî ya Îranê de dibîje, Heger Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî rêgiyê li pêş destêwerdana Siûdiyê neke, dê êrîşî Herêma Kurdistanê bikin, wê demê jî gereke Barzanî bersiva encaman bide.

Rezayî got jî, kunsilxaneya Siûdiyê ya li Hewlêrê bingeheke perwerdekirina leşkerî ye, herwiha Siûdiyê du navend jî li ser sînorê Îranê vekirine. Îran daxwaz jî dike, heger Serokê Herêma Kurdistanê rê li pêş destêwerdana Siûdiyê negire, Îran dê operesyoneke fereh bibe ser Herêma Kurdistanê.

Rezayî, Siûdiyê bi bikaranîna Herêma Kurdistanê ji bo alozkirina ewlehiya Îranê sûcdar dike û dibêje ku, Siûdiyê li ser sînorê Îranê grûpên çekdarî dişîne nava xaka Îran û di hewla têkbirina ewlehiya Îranê de ye.

Ji meha borî ve û piştî şer û pevçûnan di  navbera Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ)û Pasdarên Îranê de li bajarên Rojhilata Kurdistanê, Îran Siûdiyê bi piştevaniya hêzên Rojhilatê Kurdistanê sûcdar dike.

Ji aliyê xwe ve, berpirsên PDKÎ tekez dikin ku, çalakiyên Pêşmergeyên wan ji bo karûbarên partîtî û rêxistinî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ne, ne ji bo êrîşan e.