Print this page

Girê Spî: Ciwanekî ji Raqqayê li ser sînor hate kuştin!

00:41:08

 

Rojava News: Ciwanê ku ji Reqqayê  hat û xwest di sînorê Girê Spî  re derbasî Tirkiyê bî ji aliye leşkerên Tirk ve hate kuştin.

Ciwanê 17 salî yê bi navê Ehmed Îbrahîm El-Hesen  li gel biraziyê xwe ji Raqqayê reviya û dema ku xwestin di sînorê Girê Spî re derbasî bakurê Kurdistanê bibin rastî gulebaran leşkerên Tirkî hatin.

Ehmed Îbrahîm El-Hesen  yê 17 salî li ciyê buyerê di encama gulebarana leşkerên Tirkivê jiyana xwe ji dest da.

Berî niha bi 2 rojan (17 ê temmuzê) jî li hemen sînorê Girê Spî du birayên navê Celal Elî Hemdî (26) ve Mistefa Elî Hemdî (24) jî rastî gulebarana leşkerên Tirk hatin û herdû jî li cihê buyerê birîndarbûn.