Print this page

Li Rojava xelk nikarin nan bi destbixin!

11:21:08

 

Rojava News: Li Rojavayê Kurdistanê kirîza kêmbûn û berhemhênana nan di asteke ne baş de ye, rewşa welatiyên deverê xerab dike û ji neçarî welatî nan ji nanxaneyên taybet bi nirxekî buha dikirin.

Berpirsên Rêveberiya Xweser ya ku bi ser PYDê yê û rêveberiya nanxane û aşan dikin, dibêjin ku sedemên sereke ji ber qutbûna kehrebê û tunebûna parçeyên yedek in.

Ji alî xwe ve hijmareke mezin ji xelkên deverê rexneyan li rêveberiya nanxaneyan dikin, çimkî asta çêkirina nan di dema dawî de pir xerab bûye û nema tê xwarin

Li bajarê qamişlo 2 nanxaneyên sereke hene û nêzî 75 nanxaneyên taybet jî li taxên bajêr berhemhênana nan dikin, lê tevlî wilo gelek malbatên deverê bê nan dimînin.