13:05:18
Rojava News : Li bajarê Qamişlo li taxa Xerbî îro demjimêr li 9 û 20 xuleka de teqîneke bi ser can û malê welatiyên sivîl de hatiye kirin, di encama herdû teqînê dervayî mirovatî bi sedan birîndar û bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest daye.
Em weke Encûmena Niştimanî ya Kurdîli Sûriyeyê wê kiryara wahşiyane şermezar dikin, û em zanin ku ew êrîş bi ermancê şikandina berxwedana gele me ye, û zeyifkirina netewîbuna me ye, bi wê sedemê em bangî hemû aliyên siyasî û gel dikin, da li beranber wan metirsiyên li ser Kurda hene bi teybet jî DAİŞê şermezar bikin, û di wan rojê ji bo gele me yê gelek girîng de bi hevdûre bin.
Em ji bo hemû şehîdên teqîna Qamişlo ji xwedê rehmet dixwazin, ji bo birîndaran jî demildest tenduristiyeke baş dixwazin
-û xwedî kiryarên terorîstî DAİŞê şermezar dikin
Qamişlo 07/27/2016
Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê