Print this page

Se'îd Umer: deryên Ofîsa Pêwendiyan ya Partî li pêş malbatên birîndaran û şehîdên teqîna Qamîşlo vekrîne

5:45:30 PM

RojavaNews: Berpirsê Pêwendiyê Neştîmanî yê Partiya Dîmuqrata kurdistana Sûriyê  Se'îd Umer di ji rojavaNews re ragehand, ku deryên Ofîsa Pêwendiyan ya Partî li pêş malbatên birîndaran û şehîdên teqîna Qamîşlo vekrîne ta derengî şevê, ji bo kesên ku bixwazn seredana rojavayê kurdistanê bikin .

Umer herweha mexabiniya xwe derbarî vê kiryara bê rumet got ku ew wê kiryara terorsitî ya DAIŞê şermezar dikin û tekezdikin ku ev kiryarên bê rûmet nikarin hêza miletê me bişkînin û wan bihtir bxaka wan ve girêdide ji bo bergiriyê di ber hebûna pirsa xwe ya netewî dikin .

Tê zanîn ku îro teqînekê li bajarê Qamişlo rûda û bi sedan birîndar û şehîd ketin.