Rojava News: Çekdarên DAIŞê ji neh aliyan ve êrişî Hêzên Pêşmerge li çepera Giwêrê kirin, lê êrîşa wan ji aliyê pêşmerge ve hat têkbirin.
Serperştyarê çepera şer li Guwêr-Mexmûrê, Sîrwan Barzanî ragihand ku çekdarên DAIŞê bi serkêşiya Ebû Bekir Bexdadî (Xelifeyê DAIŞê) şevê din saet 20:30 ji neh aliyan êrişî gundên Carula, Telreîf, Sultan Ebdullah, Teleşaîr, herdu gundên Kuşaf, Giwêzatê Xwarê, Giwêzatê Serê û Giwêrê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin.
Sîrwan Barzanî diyar kir ku zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê keş û hewaya navçeyê îstixlal kirin, lê êrîşa wan ji aliyê pêşmerge ve hat têkbirin û DAIŞ neçar kirin ku paşve vekişin.
Sîrwan Barzanî herwiha got ku ew hemû gundên ku di êrişê de ji destê pêşmerge derketin, niha car din ketine bin kontrola Hêzên Pêşmerge.
Sîrwan Barzanî diyar kir ku di encama êrîşê de ku îro saet 4 sibehê berdewam bû, ziyanên mezin gihiştine DAIŞê û gelek kes ji wan di nava avê de xeniqîne. Herwiha di nava Hêzên Pêşmerge de 2 pêşmerge jî şehîd bûne.
Sîrwan Barzanî aşkere kir ku Ebû Bekir Bexdadî ji gundê Nemrûd serpereştiya êrişa çekdarên DAIŞê ya li ser Giwêrê dikir.