Print this page

Çekdarên Terorîstî dîsa êrîşî Şêx Meqksûd kirin!

11:07:41

 

Rojava News: Çekdarên terorîstî yên tundrewê Îslamî  êrîşeke din birin ser taxa Şêx Meksûd yêbajarê Helebê  û di encampê de 2 kesên sivîl birîndar bûn.

Li gor zanyariyên ji deverê hatine wergirtin; Komên çekdarê terorîstî ku di navde El Nusra û çend grupên din hene  ji taxa Seken Şikeyf  ya dikvê bakurê taxa Şêx Meqsûd, bi tûpên gazê û topên hawanê êrîşî taxa deverê kirin û di encamê de 2 welatiyên sivîl ên birîndar bûn.

Hat zanîn jiber avêtina topa male sivîlan li taxa Şêx Mekdsûd gelek ziyan dîtine.